Ji bo raya gîştî

Ji baldariya me ya li ser gelê me yê Sûriyayê bi hemû pêkhateyên wê û parvekirina me êş û zehetiyên wan, di vê dema di encama erdheja şeveqa roja duşemê ku li herêmê pêk hat û bi taybet Sûriyê de û bû sedema mirina bi sedan kesî û birîndariya bi sedan, hîn jî bi hezaran kes windane em sersaxiyê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan re dixwazin.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez dibêjin em bi her awayî amadene her tiştê pêwîst ji mexdûrên vê bobelatê re pêşkêş bikin. Amaden ji bo alîkariya hemû herêmên zirar dîtine. Di heman demê de em tekez dibêjin deriyên me ji hemû kesî re vekiriye. Em ê rewşên tenduristî li nexweşxaneyan pêşwazî bikin. Li aliyê din jî em amadene pêşwaziya kesên li herêmên derveyî herêmên me yên ziyan dîtine bikin.

Pê re jî em hemû saziyên xwe dixin amadebaşiyê ku bi hemû hêza xwe seferberbin. Da alîkariyên pêwîst pêşkêşî herêmên me yên ziyan dîtine bikin. Di heman demê de bi hebûna avahiyên hilweşiyayî re rewşa qurbaniyan, birîndar û kesên windayî bişopînin.
Sersaxî ji hemû gelê me yê Sûriyayê û bi taybet malbatên qurbaniyan re.

Ji birîndaran re jî hêviya şifaya lezgîn dikin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
06-02-2023

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *