بيان للرأي العام
تطلق الدولة التركية تهديداتها بالعدوان على مناطق الإدارة الذاتية لشمال وشرق سوريا بشكل دائم ومستمر , وقد ازدادت وتيرة هذه التهديدات في الآونة الأخيرة من خلال حشد القوات العسكرية التركية على الحدود الشمالية لسوريافي شرقي الفرات . بهدف افشال المشروع الديمقراطي للإدارة الذاتية وزعزعة الاستقرار والتعايش المشترك بين مكونات الشعب السوري .
وما جرى في عفرين منذ أكثر من عام عندما اعتدى النظام التركي والميليشيات الإرهابية المنفذة للأجندة التركية إلا خير شاهد على نفاق وكذب هذا النظام من خلال عمليات التهجير والسلب والنهب الذي مارسوه فيها.
إننا في الإدارة الذاتية لشمال وشرق سوريا ندين ونشجب هذه التهديدات غير المسؤولة من النظام التركي ونؤكد أن الإدارة بجميع مكوناتها الإثنية والدينية ستقف صفاً واحداً في مواجهة هذه التهديدات وسنقاومها بجميع الطرق الممكنة دفاعاً عن النفس وعن الامان والاستقرار والتعايش المشترك الذي تعيشه مناطقنا، حيث أن هذه المنطقة يسكن فيها ما يزيد على خمسة ملايين نسمة ما بين سكان محلين ومهجرين ونازحين وكذلك تحتجزفي سجونها الألاف من عناصرداعش الارهابيين وان شعوب شمال وشرق سوريا حاربت الإرهاب العالمي بدلاً عن الضمير الإنساني وقدمت الآلاف من الشهداء والجرحى واليوم المجتمع الدولي يناقش يومياً وضع إدلب ويتناسى التهديدات التركية على مناطقنا .
إننا في الإدارة الذاتية لشمال وشرق سوريا نؤكد للعالم أجمع بأننا مع وحدة الأراضي السورية ومع مكوناتها وشعوبها وإن مشروعنا السياسي هو مشروع ديمقراطي وغير انفصالي كما يرَوّج لذلك من قبل الدول الضامنة لمؤتمرات أستانا
لذا نطالب المجتمع الدولي بكافة هيئاته ومنظماته الأممية والحقوقية و التحالف الدولي والرأي العام العالمي للقيام بواجبهم لإيقاف التهديدات التركية ومنعها من تنفيذ عدوانها المبيت على المنطقة , حيث أن ذلك العدوان سيضربحالة الأمن والسلم الدوليين لخرقه حدود الدولة السورية وسيادتها .
Dewleta Tirk, gefan bi awayekî berdewam ji bo êrîşên li ser herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Û ev gef di dema dawî de û di riya komkirina hêzên leşkerî li ser sînorên navdewletî yê Sûriyê re zêdetir dibe. Armanca van gefan têkbirina pirojeya demuqratîk ya Rêveberiya Xweser û binpêkirina aramiyê û jiyana hevbeş di navbera pêkhatiyên miletê Sûrî de ye. Tiştê ku beriya salekê li Efrîn çêbû, dema ku rêjîma Tirkî û komên çete yên ku ejindeyên wan pêk tînin, miletê wê koçber û talan kirin, baştirîn dîdevan li ser durûtî û derewê vê rêjîmê ye. Em di Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, van gefên neberpisyar ji hêla rêjîma Tirkî ve şermezar û pirotesto dikin, tekez dikin ku wê Rêveberî bi hemû pêkhatiyê xwe di ruwê van gefan de yekrêz û yekdest be, û em ê bi hemû awayên pêkane di ber xwe û aramî û jiyana hevbeş de ku herêmên me tê de dijî bidin. Ji ber ku derdora pênc melyon kes ji welatiyên xwecihî, koçber û penaber lê dijîn, herweha bi hezaran ji endamê rêxistina Da`iş a terorist di zindanan de ne. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dewsa wijdanê mirovahiyê şerê terora cîhanî kir, bi hezaran şehîd û birîndar danîn, lê îroj civaka navdewletî rewşa Idlibê her roj niqaş dike, û gefên Tirkî ji herêmên me re di ser guhê xwe re diavêje. Em di Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûryiyê de ji cîhanê tevahî re tekez dikin ku em bi yekîtiya xaka Sûrî, pêkhatî, û gelên wê re ne, herweha em tekez dikin ku pirojeya me ya siyasî pirjeyeke demuqratîk û necudaxwazî ye weke ku hindek dewletên geranterê kongira Astana jê re terwîc dikin. Lewre em ji civaka navdewletî bi hemû deste û rêxistinên wê yên netewî û hiqûqî, herweha hevpeymana navdewletî û raya giştî dixwazin ku bi erkê xwe derbarê rawestana gefên Tirkî rabin, û nehêlin ku bi êrîşa xwe ya amadekirî rabe, ji ber dema ku ev êrîş sînorê dewleta Sûrî derbas bike, wê zirarê li rewşa ewlehî û aştiya navdewletî jî bike.