إلى الرأي العام

في ظل التطورات المتسارعة في سوريا، عقب سقوط نظام البعث الذي يعد انتصاراً لعموم الشعب السوري بكافة أطيافه ومكوناته، وفي الوقت الذي كان الشعب السوري بانتظار عقد مؤتمر وطني سوري جامع لوضع والتحضير لصياغة دستور توافقي وإجراء انتخابات برلمانية ورئاسية، عقدت السلطة في دمشق اجتماعاً موسعاً بحضور عدد من قادة الفصائل السورية، وتم من خلاله اتخاذ عدة قرارات، وفي هذا السياق، نؤكد نحن في الإدارة الذاتية الديمقراطية لإقليم شمال وشرق سوريا، أنه كان يجب أن تكون القرارات ضمن مؤتمر وطني يحضره جميع المكونات والطوائف والشرائح السورية، من ضمنهم المرأة والشباب.

إننا في الوقت الذي ننتقد فيه عقد هكذا اجتماع، وخاصة أنَّ من بين الحضور هناك بعض الشخصيات المدرجة ضمن قوائم الإرهـ ـاب، وأيديهم ملطخة بدماء الشعب السوري، وعلى رأسهم أحمد إحسان فياض الهايس الملقب باسم “أبو حاتم شقرا”، الذي أقدم على قـ ـتـ ـل الأمينة العامة لحزب سوريا المستقبل هفرين خلف، وكذلك محمد الجاسم، المعروف بلقب “أبو عمشة”، والذي ارتكبت العديد من الـ ـجـ ـرائـ ـم بحق الشعب السوري وخاصة في عفرين، نؤكد أنَّ هكذا اجتماع غير قانوني، ولا يعبر عن ما تطمح إليه المكونات في سوريا.

كما أننا نؤكد أنَّ السياقات التي تتم خارج إطار المؤتمر الوطني السوري ودون مشاركة القوى السياسية والثورية والشعبية تعتبر “منقوصة”، وأنَّ عقد مؤتمر حوار وطني في سوريا، دون إقصاء أي من الأطراف أو المكونات السورية، هو الحل الأمثل لإنهاء حالة عدم الاستقرار التي تعيشها سوريا الآن، وإيصال شعبنا إلى بر الأمان، لأن إقصاء أي جهة أو مكون سيكون السبب في عدم تحقيق أهداف ثورة شعبنا، وواقعه لن يختلف عن النظام السابق، لذا، ندعو السلطات في دمشق لاستدراك الخطأ القائم وجمع شمل السوريين بكافة فئاتهم وتوجهاتهم السياسية في مؤتمر وطني شامل يشارك الجميع في التحضير له ووضع ملامح الدستور الجديد للبلاد.

وفي ظل كل هذه التطورات، على السلطات في دمشق عدم إفساح المجال لأي جهة أو شخص يروج لخطاب الكراهية، ويحاول النيل من حالة التآخي والعيش المشترك التي هي سمة تميز الشعب السوري، ونبذ كافة الخطابات التحريضية التي تستهدف قومية أو طائفة معينة، والتي هي واضحة بشكل جلي في بعض الفعاليات، كما حدث قبل أيام في ساحة الأمويين بالعاصمة السورية دمشق، وكذلك في مدن أخرى، فهكذا مواقف تخلق فتنة وشرخاً بين مكونات الشعب السوري، ولا تخدم الهدف الذي نسعى إليه جميعاً، ألا وهو بناء سوريا ديمقراطية موحدة، وإرساء القانون وتحقيق العدالة الانتقالية.

مرة أخرى، نحن الإدارة الذاتية الديمقراطية في إقليم شمال وشرق سوريا، ننطلق من ثوابت وطنية بالدعوة الدائمة للحفاظ على وحدة سوريا وسيادتها وإشراك كافة مكونات الشعب السوري في رسم ملامح سوريا المستقبل على أُسس ديمقراطية ولامركزية.

الرحمة لشهدائنا، والشفاء العاجل لجرحانا.
عاشت سوريا حرة ديمقراطية تعددية لامركزية.

الإدارة الذاتية الديمقراطية لإقليم شمال وشرق سوريا
2 شباط 2025

Piştî hilweşîna rejîma Baasê ku wekî serkeftinekê ji bo tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê ye, geşedanên bilez û bez rû dan. Di demekê de ku gelê Sûriyeyê li benda lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya Sûriyeyî ya giştî û amadekirina nivîsandina destûrek û hilbijartinên parlamento û yên serokatiyê bû, civîneke berfireh li Şamê hat lidarxistin. Di civîna fermandarên komên Sûriyeyî lê hazir bûn de, gelek biryar hatin dayîn. Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku diviyabû biryar di kongreyeke nîştimanî ku tevahî pêkhate, taîfe, beşên Sûriyeyê, di nav de jin û ciwan, lê hazir bibûn bihatana dayîn.
Em civînên bi vî rengî rexne dikin, nemaze ku kesayetên li lîsteya terorê de û destên wan di xwîna gelê Sûriyeyê de hene wekî Ehmed Îhsan Feyad El Hayîs (Ebû Hatim Şeraq) yê terorîst qatilê Sekretera Gişrî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef, lê hazir bû. Kesê bi navê Mihemed El Casim ê bi navê Ebû Emşe jî di civînê de hazir bû. Tê zanîn ku çete Ebû Emşe bi taybetî li Efrînê gelek sûc li dijî gelê Sûriyeyê kiriye. Em teqez dikin ku ev civîn ne qanûnî ye û hêviyên pêkhateyên Sûriyeyê îfade nake.
Di heman demê de em teqez dikin ku biryarên ku ji derveyî çarçoveya kongreya nîştimanî ya Sûriyeyê ya bêyî beşdariya hêzên siyasî, şoreşgerî û gel têne dayîn, kêm dimîne. Lidarxistina kongreyeke diyalogan li Sûriyeyê ya bêyî dûrxistina alî an pêkhateyên Sûriyeyî çareseriya guncaw ya bidawîkirina rewşa bêistiqrar a li Sûriyeyê û rêya gihandina gelê me ber bi ewlehiyê ve ye; ji ber ku dûrxistina aliyekî an pêkhateyekê wê bide sedema pêk neanîna armanên şoreşa gelê me û dê rewşekê mîna ya dema rejîma berê bide avakirin. Li ser vê yekê em bang li desthilata Şamê dikin şaştiya heyî fêm bike û tevahî sûriyeyan bi hemû beş û meylên wan ên siyasî li kongreyeke nîştimanî ya giştî komb bike. Divê her kes di amadekirina kongreyê û nivisandina destûra nû ya welat de cih bigire.
Divê desthilata Şamê rê nede xîtaba nefretê û hewlên têkbirina jiyana hevbeş a di navbera gelê Sûriyeyê de. Divê zimanê manupîlasyênê yê li dijî neteweyekê an taîfeyekê ji holê were rakirin. Ev yek aşkereyî di hin çalakiyan de mîna ya ku beriya çend rojan li Qada Umewîyîn a li Şamê û hin bajarên din de xuya bû. Nêzîkatiyên ku fitne û nakokiyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê derdixin, xizmeta armanca me hemûyan a avakirina Sûriyeke demokratîk, yekbûyî û sepandina qanûnê û pêkanîna edaletê nakin.
Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bingehê helwesta me ya nîştimanî, em carek din banga parastina yekitiya Sûriye û serdestiya wê dikin. Em bang dikin ku divê tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê di diyarkirina nîşaneyên siberoja Sûriyeyê ya li ser esasê demokrasî û nenavendîbûnê de werin beşdarkirin.
Dilovanî ji şehîdên me re
Ji birîndaran re şîfaya lezgîn
Bijî Sûriyeya azad, demokratîk, pirrengî, nenavendî
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê.
2 Sibat 2025

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *